Home
Categories
EXPLORE
True Crime
Comedy
Society & Culture
Business
Sports
Health & Fitness
Technology
About Us
Contact Us
Copyright
© 2024 PodJoint
Loading...
0:00 / 0:00
Podjoint Logo
US
Sign in

or

Don't have an account?
Sign up
Forgot password
https://is1-ssl.mzstatic.com/image/thumb/Podcasts115/v4/66/c7/7e/66c77e71-b938-c199-633d-0d59a37fd6e4/mza_13710288517288999650.jpg/600x600bb.jpg
Podcast Kurdî
Podcast Kurdi
500 episodes
1 week ago
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Show more...
News
RSS
All content for Podcast Kurdî is the property of Podcast Kurdi and is served directly from their servers with no modification, redirects, or rehosting. The podcast is not affiliated with or endorsed by Podjoint in any way.
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Show more...
News
Episodes (20/500)
Podcast Kurdî
LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN

Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.

Show more...
1 year ago
12 minutes 7 seconds

Podcast Kurdî
LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE

Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin.

Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî

kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên

çanda kurdî piştgiriyê bidin wî

Show more...
1 year ago
20 minutes 42 seconds

Podcast Kurdî
Li Wanê bikaranîna madên hişber gihiştiye asteka metirsîdar

Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin.Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake

Show more...
1 year ago
21 minutes 15 seconds

Podcast Kurdî
Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin

Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin.


Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî



@AzizKalo

Show more...
1 year ago
20 minutes 7 seconds

Podcast Kurdî
Zêdebûna xerca deriyên sînora, welatiyan xistine nav tengasiyê

Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.

Show more...
1 year ago
12 minutes 29 seconds

Podcast Kurdî
Mehmet Emîn Aktar: Em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar dike ku serdozgeriyê ji destpêkê ve li ser mirina Tahîr Elçî derbarê ti kesî de lêpirsîn vene kir.

Baroya Amedê li Londonê sînevîzyona bi deng û dîmen amade kir, piştî wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Dibe ku kes nehate ceza kirin lê em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye.

Show more...
1 year ago
24 minutes 56 seconds

Podcast Kurdî
Xelkê Amedê: Heta hikûmet neyê guhertin aborî baş nabe

Qeyrana aboriyê kêr gihandiye hestî. Xelk dibêje ne dikarin parîk nan bistînîm û ne jî dikarin ji malên xwe derkevin herin cihekî.

Li gorî gotina xelkê, heta hikûmet neguhere aborî dê baş nebe.

Show more...
1 year ago
23 minutes 54 seconds

Podcast Kurdî
5emîn Sempozyuma Navneteweyî ya Kurdiyat, Wanê hate li darxistin

•⁠ 5emîn sempozyûma Navneteweyî ya Kurdiyatê Mela Mehmûdê Bazîdî & Alexsandre Auguste Jaba û Mîrasa wan  li Wanê hate li darxistin
•⁠  ⁠Doç. Dr. Yakup Aykaç  qala gîrîngiya  naveroka sempozyûmê dike û dibe: Em dixwazin bi wan rêze sempozyûman, wan koleksiyon û xezîneyên Kurdan ên dev girtî yek bi yek derxin holê.

Show more...
1 year ago
25 minutes 9 seconds

Podcast Kurdî
Rewşenbîr Ronî Aydin Derê qala penaberiya xwe dike

•⁠  ⁠Nivîskar Ronî Aydin Derê ku di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de çû Ewropayê, pêvajoya penaberiyê û jiyana xwe ya li Swîsre ji me re vegot.
•⁠  ⁠Divê em penaberiyê pir şîrîn nîşan nedin, ji ber ku penaberî cîhê helandinê ye. An mirov divê bi ser bikeve an jî dibe ku di nav de dihele. Û gelek kes jî di nav de heliya ne.
•⁠  ⁠Li Ewropayê karmend, xwendekar, siyasetmedar divê xwe bi rêxistin bikin û derfetên li vir jî ji bona Kurdistanê bi kar bînin.

Show more...
1 year ago
23 minutes 27 seconds

Podcast Kurdî
Nivîskar Alî Fikrî Işik şampiyoniya Amedsporê şîrove dike
1 year ago
13 minutes 40 seconds

Podcast Kurdî
Zana Farqînî: Dê û bav divê pêdiviyên zimane dayikê xwe bêpar bikin

Û dîsa, divê berpirsîyar û peşengên siyaseta kurd jî peyvira xwe bibînin. Li Tirkiyê 20 hezar mamosteyên hatine tayînkirin, lê di nav de 10 mamosteyên kurd hene, ev yek nayên qebûl kirin. Tirkiye divê dev ji siyaseta asîmîlasyonê ber bide û li gorî rastiya civaka Tirkiyeyê tev bigere.Kurd niha du alfabeyan bi kar tînin, pêwîste kurd dev ji zimanê du alfabe berdin û derbasî alfabeya yekane bibin.

Show more...
1 year ago
27 minutes 25 seconds

Podcast Kurdî
Cotkarî û Terşdarî

Di vê xelekê de Yusuf Varlî behsa cotkarî, terşdarî û pêwendiya cotealî ya di navbera wan û keşûhewayê de kir.

Show more...
1 year ago
13 minutes 13 seconds

Podcast Kurdî
Hilbijartina Herêmî - 6

Guhdarên ezîz "Bernameya Hilbijartina Herêmî" di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Şirnexê disekine. Di salên 90î û heta niha bajar çawa hatiye guhertin? Rewşa hilbijartinên bajêr çine? hilbijartinên herêmî de çi qewimîn?

Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.

Show more...
1 year ago
15 minutes 41 seconds

Podcast Kurdî
Hilbijartina Herêmî - 5

Bernameya Hilbijartina Herêmî di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Colemêrgê disekine. "Ji sala 1994'an heya niha li Colemêrgê di hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Encamên çawa derketin holê?" Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.

Show more...
1 year ago
16 minutes 46 seconds

Podcast Kurdî
Îro Çi Bû? - Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî (5.12.2023)

📍Keçên êzidî dixwazin tawanên DAIŞê wekî jenosîd bên nasandin

📍Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin

📍Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin

📍Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî

📍CENTCOM: Ji Iraqê 15 mûşek avêtin baregeha me ya li Sûriyeyê


Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.


Show more...
1 year ago
15 minutes 52 seconds

Podcast Kurdî
Îro Çi Bû? - 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn (4.12.2023

📍Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê yê rê li ber karkirina bijîşkên kurd digire

📍Rojhilat- 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn

📍Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin

📍Li Girêspiyê du grûpên çekdar bi hev ketin

📍Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 16 hezar kesan bûye


Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.

Show more...
1 year ago
13 minutes 12 seconds

Podcast Kurdî
Hilbijartinên Herêmî - 4

Guhdarên hêja yên Podcastkurdiyê “Hilbijartinên Herêmî” Rojnameger Mehmet Yildirim di derbarê hilbijartinên 31ê Adara 2024an de rewşa herêmê ya navendên girîng ên Bakurê Kurdistanê bi we re parve bike. Vê heftê jî bernameya Yildirim derbarê bajarê Rihayê de ye. Di vê xelekê de rewşa dengên partiyan di hilbijartinên dawî û dengên nûnerên partiyên kurdan hatiye ravekirin.

Show more...
1 year ago
16 minutes 3 seconds

Podcast Kurdî
Îro Çi Bû? - Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir (01.12.2023)

📍Di heyama Mijdara 2023an de 118 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

📍Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke serkirdeyên cîhanî li COP28ê dibîne

📍Hevserokê berê yê şaxa Nisêbînê ya HDPyê hat desteserkirin

📍Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin

📍Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir

Show more...
1 year ago
14 minutes 18 seconds

Podcast Kurdî
🎙️Îro Çi Bû? Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin

🎙️Îro Çi Bû?

📌Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin

📌Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji koçberên Kerta Xezzeyê re amade dike

📌Karkerên Ozak Tekstîlê daxwaza piştgiriyê kirin

📌Rêveberiya Xweser: Taxên Kurdan li Helebê bi karesateke mirovî re rûbirû ne

📌Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger koça dawiyê kir

Show more...
1 year ago
15 minutes 33 seconds

Podcast Kurdî
🎙️Îro Çi Bû? Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye

🎙️Îro Çi Bû?

📌Balyozê Japonê li Îraqê: Danûstandinên me bi Mesrûr Barzanî re berhemdar bûn

📌Girtiyekî din ê kurd piştî 14 sal li girtîgehê ma îro hate darve kirin

📌Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxist

📌Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye

Show more...
1 year ago
22 minutes 6 seconds

Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"