Pall Podcast pêşkêş dike!Ciwanmerd Kulek di vê podcastê de li ser romana xwe ya dawî "Zmanekî li Sê Welatan" diaxive. Ev podcast bi edîtoriya Omer Faruk Baran hatiye amadekirin.
Pall Podcast pêşkêş dike!
Mahsûn Reşçelan di vê podcastê de li ser kitêba xwe ya ewil a helbestan "Çilk û Çîk"ê diaxive.
Ev podcast b, edîtoriya Omer Faruka Baran hatiye amadekirin.
Pall Podcast pêşkêş dike!
"Kuştina Çivîkan" a Harper Leeyê bi wergera Ekrem Koçbaşi, îsal ji aliyê Pall Weşanê ve hatibû çapkirin. Ev podcasta ku bi edîtoriya Omer Faruk Baran hatiye amadekirin, berê xwe dide "Kuştina Çivîkan" û guh dide axaftinên Ekrem Koçbaşi yên li ser wergerê.
Omer Faruk Baran bo Pall Podcastê hazir kir.
Medreseya Muzîkê û Zirna Inisê Mirtib
Şair Rojen Barnasê meyl û meraq daye ser muzîkê di nivîseka xwe de bo Radyoya Yêrêvanê dibêje, konserwatuar e, medreseya muzîka Kurmancî ye.
Di nivîsê de, ku sala 1999an li Kovara Nûdemê hatiye weşandin, Barnas bi meth û pesn dibêje, Radyoya Yêrêvanê kilamên Kurmancî bê guhertin, bêyî ku lê kêm bike û zêde bike berhev kirine.
A bala Barnas pir dikişîne kalîteya muzîkên enstrumantal yên vê radyoyê ne ku gorey wî ew mîna balgiyên qedîfe ne û ewên di ber re kilaman dibêjin jî ji xwe re pala xwe didinê.
Xêncî enstrumantalên Radyoya Yêrêvanê yên kesî naecibîne Barnas û ser ewên din bi gotineke gelekî enteresan dibêje, xerab in ewqas xerab in ku mîna ku zirna Inisê mirtib bin li ber yasîna Hafiz Fethulah.
Ê min bi xwe çi gava xulqê min teng dibe û rengê rûçikê min êdî qehra li dilê min dide der, ez bo hinekî aşt bibim û werim ser hişên xwe bi nîyeta dermanek be vedikim li kilamên Radyoya Yêrêvanê guhdarî dikim.
Bi wan kilamên kok-kurmancbûn têde hene û tehmên xwe başqe ne ez pir caran, ne pir dirêj, di rokê xwe de xwe topa ser hev dikim û bi moral û motîvasyoneka tam vedigerim ser îş û karên xwe.
Xweziya psîkolog û psîkîyatrîstan dibêjim, xweziya ewên li tîmarxane û bîmarxaneyan jî zanibûna kilamên Radyoya Yêrêvanê bo ewên ser meseleyên huwîyet û milîyetê bi derdan dikevin dermanên çiqas rind in.
Sir û îksira kalîteya kilamên Radyoya Yêrêvanê gorey Rojen Barnas sadebûn e: Barnas dibêje di meqam û kilamên wê radyoyê de qelebalixî û anarşîya sazên cihê tune: Meqam û kilam dema mîna qatek cil li bedenê xweş rûne li rûhîyeta wî miletî rûne wê muzîk kalîteya xwe raber bike.
Xêncî sazbendîyê, zimanê Radyoya Yêrêvanê bi xwe jî bi serê xwe muzîkeka muhteşem e. Dema mesele Radyoya Yêrêvanê be belkî kêm kes bibêjin ‘’Me ji zimanê wê radyoyê fehm nedikir’’, lê piştî salên 1990î çi radyo, çi kanalên televîzyonê, çi malperên înternetê giranîya xwe dan ser zimanekî wer bêmehne ku milet pê ji Kurmancî tirsîya û got ‘’Eger Kurmancîya van xwendîyan ya rast be ya me ne ti Kurmancî ye’’ û jê dûr ket. Ne bi tenê asîmîlasyon, lê tirsînasyona ji medyaya me jî derbeka mezin li Kurmancî xist.
Dibêjin Radyoya Yêrêvanê peyvên bi Tirkî, Erebî, Ermenî û Rûsî ji zimên dernexistin û va mesela ji xwe re nekir derdekî giran. Rind kirine; dema mudaxale hebe, ziman sar, sist, sivik dibe û ji mehne û mecazan dûr dikeve: Kurmancîya nazik û nazenîn dare û li şûnê yeka hov û hişk tê: Tew belkî loma bû, Aram Tîgran di strane de digo, ‘’Min digo qey tu bi zimanî, lê Kurmancî nizanî..’’
Jêder:
Rojen Barnas, Bi Kurmancîya Gewr, Weşanxaneya Nûbiharê, 2014, Stenbol.
Aram Tîgran, Hay Dil Dilo.
27ê Nîsana 2023yan Omer Faruk Baran û Mem Artemêt mêvanên me bûn û em li ser fotograf û şahidiyê axivîn.
Moderator: Adem Bulut
Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.
Deng: Erol Şaybak