
Nêrîneke Femînîst Li Ser Romanên Kurdî "Roman weke beşeke edebîyatê gelek caran pêşengtîya şoreşên cîhanê jî kirîye. Karakterên di romanan de hatine afirandin ji bo guhertin û veguhertina civakê bandoreke mezin kirîne. Helbet ji bo kurdan jî rewş bi awayekî cuda çêbûye. Qedexeyên li ser zimanê kurdî bi awayekî pêşîya edebîyata kurdî a nivîskî girtîye. Lê dîsa jî kurd bi awayekî ji nivîsandinê û nivîskarîyê veneqetîyane. Di sala 1922’yan de Ereb Şemo romana Şivanê Kurmancan nivisandîye weke romana yekemîn ya kurdan tê qebûlkirin. Dîsa di sala 1956’an de Jana Gel ji alîyê Îbrahîm Ehmed ve di sala 1958’an de romana Pêşmerge ji alîyê Rehîmê Qazî ve hatîye nivîsandin.
Her çi qas qedexeyeke mezin li ser zimanê kurdî hebe jî dîsa jî kurdan dev ji afirînerîyê û afirandina karakteran bernedane. Li gorî rewşa heyî zêdetir romanên destpêkê bi awayekî realîst hatine nivîsandin. Romana yekemîn li sirgunê hatîye nivîsandin û romanên destpêkê jî ji sîyasetê dûr nîn in lê dîsa jî nivîskarên mêr (sîyasetmedar) di berhemên xwe de jin bi nêrîneke femînîst nenirxandine.
Di van romanan de jin çawa hatine nirxandin? Jin weke karakter an weke tîpek di romanan de cihgirtî ne an na? Di romanên kurdî de jin çawa hatîye pênasekirin? Li ser van pirsan me pêvajoya kargeha nêrîneke femînîst li ser romanen kurdî da destpêkirin. Ji ber ku ji romanên destpêkê heta roja îroyîn, jin weke karakter pir neguherîye; jina ku di romanên pêşî de wek tîp; wekî fesad, hewî û berdêl hatine nişandan ber bi roja me ya îroyîn ve bûye jina ketî, jina ku averê bûye, bedena xwe difiroşe û wekî hêmayeke cinsî hatiye temsîlkirin.
Roman bi nêrîneke nêrane hatine nivîsandin û di gelek romanan de zayendperestî pir li pêş e. Di romanên kurdî de mêr tim bûye karakterekî berxwedêr û şoreşger lê her çûye jin di romanan de bûye jina ketî û gelek caran nebûye karakter jî; weke tîpek maye û hewl daye mêr bike şoreşger. Mêrên nivîskar fikir, hest û fantezîyên xwe li ser van jinan nişanî me dane. Gelo sedem çi ye ku di piranîya romanên kurdan de mêr bi awayekî dibe leheng û şoreşger? "
Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED)
Kargeha Dahûrandina Romanên Kurdî - Salîxa Ayata
Amadekar: Komelaya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED)
İnstagram: https://www.instagram.com/kasedjin/
X / Twitter : https://x.com/kasedjin
*Ev podcast di çarçoveya Sîvîl Duşunê de, bi piştevanîya Yekîtîya Ewropayê pêk hatîye. Ji naveroka vê weşanê tenê komeleya KASEDê berpirsîyar e û bi tu awayî fikrên Yekîtîya Ewropayê temsîl nake.