
#abdullahincekan #kurd #mîrşerefxanê bidlîsî * Mêrxasnameya me: Şerefname Di tarîxa her miletî da hin kes hene, ronahî ne. Ji nav mirovan derdikevin pêş û bi kirin û hebûna xwe mohrê li tarîxê dixin. Helbet ji nav miletê Kurd jî di dirêjahîya tarîxê da gelek kesên bi vî rengî hebûne û hene. Ji wan yek jî Mîr Şerefxanê Bidlîsî ye, ku bi xebata xwe ya giranbiha, bi Şerefnameyê mohra xwe li dîroknivîsîya Kurdan xistiye. Di berhemên li ser dîroka Kurdan da ev kitêba han ya Mîr Şerefxanê Bidlîsî di rêza herî pêş da ye û di kanona dîroknivîsîna Kurdan da xwedîyê cîyekî saxlem e. Li Bakur û Tirkîyê him çapên wê yên bi Tirkî û him jî yên bi Kurdî hene û di wan da nivîs û bibliyografîyên baş hene. Ez dixwazim di vê nivîsê da bala xwe bidim cîyê vê xebata hanê ya di nav oryentalîstên bi zimanê Almanî da. Lê berîya wê çend notên min di heqê vê berhemê da. Ya rast, min gelek dereng dest bi xwendina vê kitêbê kir. Her cara ku min dest diavêtê, da ku bixwînim, min dikir-nekir, ez nediketim nava wê. Lê piştî xwendina nivîseke Michael Eppel ez li şîfreya vê kitêbê rast hatim û min ferq kir, ku ji bo hin xebatan kilîtên/kilîlên taybet lazim in. Armanca vê nivîsê jî ew e, ku ez jî hin kesan bi vê xebata han bihesînim.